• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokatiya Kurdistanê Kuştina Xwepîşanderan Mehkûm Kir

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
Serokatiya Kurdistanê Kuştina Xwepîşanderan Mehkûm Kir
Serokatiya Kurdistanê bi belav kirina daxuyaniyeke nivîskî bi tundî êrîşa leşkerên Îraqê bo ser xwepîşanderan li Felûce û çend Bajarên din yên Îraqê mehkûm û şermezar kir.

Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniya han de hevdem ligel diyar kirina dilgiraniya xwe a li hember bikaranîna rêbazên leşkerî li dijî Xwepîşanderan, êrîşa evro ya Artêşa Îraqê li Felûceyê bo ser Xwepîşanderan jî bi tundî mehkûm dike û dibêje; gole barandina leşkeran bo ser Xwepîşanderan binpê kirineke eşkere ya destûra bingehîn a Îraqê ye.

Serokatiya Kurdistanê herwiha daxwaz kiriye daku, tedbîrên pêwîst werin girtin û xwepîşandanên heyî jî di çarçoweya xwe ya medeniyane de derbas nebin.
Top