• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji Ber Nijadperestîya Dijî Kurdan Parlementerekî Kurd ê CHP Îstifa Kir

Gulan Media January 24, 2013 Nûçe
Ji Ber Nijadperestîya Dijî Kurdan Parlementerekî Kurd ê CHP Îstifa Kir
Parlamenterê Tirkiyeyê yê ser bi Partîya Komarîya Gel (CHP) ve yê Semsûrê Salih Firat, ji ber gotinên parlamentera partîya xwe (CHP) Bîrgul Ayman Guler ku gotibû “Nabe mafên tirk û kurdan weke hev bin” ji partiya xwe îstifa kir.


Axavtina parlamentera CHP a Îzmirê Bîrgul Ayman Guler ku duh şev di kombûna parlemana Tirikiyeyê de ya bo pesendkirina proje qanûna mafê bi kar anîna zimanê Dayik di dadgehan de li hemberî kurdan gotinên nijadperest bi kar anî, di nav rêzên CHP de bû sedema nerazîbûnan.

Guler, di hevdîtinên guherîna qanûna parastina bi kurdî de peyvên “Nabe mafên neteweya tirk û miletê kurd weke hev bin” bi kar anîbû. Ji ber evê yekê Parlamenterê CHP ê Semsûrê Salîh Firat,ji partiya xwe îstifa kir. Firat di bareya dest berdan ji CHP de aşkera kir, ku ew dê di demên pêş de sedema îstifayê bi awayeke berfireh bi raya giştî re parve bike.

Parlamenterê kurd Salîh Firat, di sala 1960’an de li bajarê Semsûrê (Adiyaman) hate dinyayê. Salih Firat ji malbateke kurd û heta niha di gelek nexweşxaneyan de pizişkî kiriye. Firat zewicî ye û bavê 3 zarokan e.
Top