• Tuesday, 10 February 2026
logo

Turkîye qanûna parastina bi zimanê Kurdî erê kir

Gulan Media January 24, 2013 Nûçe
Turkîye qanûna parastina bi zimanê Kurdî erê kir
Li Parlemana Turkîyê ev du roj in ku gotûbêj li ser bernivîsa guhertina qanûna parastina bi zimanê dayikê li dadgehan û hin guherînên qanûnî derbarê înfaza girtîyan de têne kirin.

Madeya Parastina bi Zimanê Dayikê li Dadgehan li parlemanê hate pesned kirin, dema ev qanûn derbaz bibe, kesê ku tê dadgehkirin wê karibe li ser daxwaza xwe parastina xwe ya devokî bi zimanekî din ango bi zimanê dayikê bike.

Lê, di heman demê de, bersûc neçar e ji nav lîsteya ku komîsyona dadê ya bajaran dîyar kirîye, wergerekî jixwe re bibijêre ku pereyê tercuman jî ew dide.

Gotûbêjên parlemanê yên li ser madeya parastina bi zimanê dayikê bûn sedema nîqaşên giran ku gihîştin asta pevçûnê.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî di wê derbarê dibêje, piştî avêtina vê gavê, hîn ne dîyar e ku ev qanûn li dadgehan bi çi awayî dikeve merîyetê.

Ew dide zanîn, ti sazîyeke dewletê jibo peydakirina tercumanan û alîkarîya pisporên zimanê Kurdî daxwaz ji enstîtuya wan nekirîye.

Rêvebirê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Parêzer Rûşen Aslan jî qanûna parastina zimanê dayikê ji hêla hiqûqî ve bi kêmasî dinirxîne.

Birêz Aslan dibêje ev qanûn bi taybetî li dijî Peymana Mafê Mirovan ya Ewrupayê ye ku meseleya standina pereyê werger jî derbeyek e jibo mafê parastinê.

Xendan
Top