• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dr. Berhem: Em hemû li ser çareseriya pirsên niştimanî hemfikirin

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
Dr. Berhem: Em hemû li ser çareseriya pirsên niştimanî hemfikirin
Civîna YNK`ê û PDK`ê li gel tevgera Gorran bidawîbû û bi daxuyaniyeke çapemenî de Dr. Berhem Salih, civîn bi erênî destnîşan kir û ragihand: “Civîn gelekî şêber û dostane û vekirî bû.”

Îro çarşeme li bajarê Silêmaniyê, Dr. Berhem Salih û nêçîrvan Barzanî wek nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê serdana baregeha serekî ya Tevgera Gorran kirin û li gel rêkxerê giştiyê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa civiyan, piştî civînê di kongireyekî rojnamevanî de her yek li Nêçîrvan Barzanî û Dr. Berhem Salih naveroka civîna xwe bo rojnamevanan aşkira kirin.

Di destpêkê de Dr. Berhem Salih got: “Me behsa mîkanîzma cîbicîkirina bi encamgîhandina prose û gotûbêj û diyaloga niştimanî kir, em hemû li ser wê yekê hemfikir bûn ku ew pirsên niştimanî yên giring pêwîstî bi çareserkirinê heye ev yek jî bi hevkariya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî dibe.”

Dr. Berhem got: “Civîna me ya îro li gel birêz kak Newşîrwan Mistefa bi şêberî û dostane û bi zelalî behsa hurgilî û mîkanîzm û cura ew gotûbêj û diyalogan ku di qazanca gelê dene me kiriye.”

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ragihand û got: “Em li ser wê yekê ku mîkanîzmekê deynin bo goftûgoyên zêdetir bo hemû ew pirsên ku îro li Herêma Kurdistanê heye hemfikirbûne.”

Sebaret bi gavên kirdarî yên cîbicîkirina projeya çaksaziyê, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Piştî van civînan em li ser mîkanîzmê axivîne, biryare piştî van civînan û demeke nêzîk de em bersiv bidin ku bi çi awayiyekî baş em mîkanîzmên van babetan cî bi cî bikin.”

Barzanî got: “Em desturê ne jibo şexsek ya takekesekî belku ji bo gelê Kurdistanê datînin, di rawengeha berjewendiya gelê Kurdistanê em temaşeyî wê desturê dikin û em dixwazin ew destur bi şêweyekî be ku xelkê herêmê deng li ser bide û hemû li ser wê kombin.”

Civîna îro ya danê pêş nîvro li baregeha serekî ya Tevgera Gorran li bajarê Silêmaniyê destpê kir, ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê her yek li cîgirê sekreterê giştiyê YNK`ê Dr. Berhem Salih û berdevk û endamê mekteba siyasî yaw ê partiyê Azad Cundiyanî amadebûn.

Ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê jî cîgirê Serokê PDK`ê Nêçîrvan Barzanî û endamê serkirdayetiya wê partiyê Sefîn Dizeyî amadebûn.

Her weha ji aliyê Tevgera Gorran jî her yek li rêkxerê giştiyê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û serkirdeyekî wê tevgerê Mistefa Seyîd Qadir û berpirsê peywendiyên siyasî yê Tevgera Gorran Dr. Mihemed Hacî di civînê de amade bûn.

Xendan
Top