Gelê Serêkaniyê ya bakûrê Kurdistanê rabû ser piyan
Li Serêkaniya binxetê ji 16'ê çileyê heta niha di navbera komên çekdar û YPG'ê de şer heye. Endamên koman ên birîndar dibin, bi ambulansan tînin nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û li vir derman dikin. Di pevçûn û êrîşên komên çekdar de li Serêkaniyê heta niha 3 kes birîndar bûn. Îro jî ciwanê 16 salî Casim Erdemir bi guleya endamên van koman birîndar bûn. Dermankirina birîndarên van koman li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê bû sedema nerazîbûna xelkê. Bi sedan welatiyên ku li ber Qonaxa Hikûmetê kom bûn heta Nexweşxaneya Dewletê ya Sekêkaniyê meşiyan. Girseya ku heta nexweşxaneyê meşiya, bê navber sloganên ji bo PKK'ê û YPG'ê berz kirin.
Welatiyan diyar kirin ku êdî dikan û malên wan tên gulebarandin û ewlehiya wan tune. Welatiyan anîn ziman ku êdî nikarin ji malên xwe derkevin. Di meşê de polîsan tedbîrên berfireh girtin û bi maşîneyên zirxî û TOMA’yan, li ber nexweşxaneyê rawestiyan.
Rudaw
