• Monday, 09 February 2026
logo

Naveroka Konfransa Rojnamevanîya Nêçîrvan Barzanî, Berhem Salih û Elî Bapîr

Gulan Media January 22, 2013 Nûçe
Naveroka Konfransa Rojnamevanîya Nêçîrvan Barzanî, Berhem Salih û Elî Bapîr
Piştî kombûna Duh ya navbera Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih û Elî Bapîr, Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnmavanî de ragihand, ku ew û Berhem Salih di kombûna her du polîtboruyên PDK û YNK ve hatine rasipardin da ku li gel alîyên siyasî kom bibîn da ku dest bi diyalogeke niştîmanî bikeyn ku di berjewendîya xelkê Kurdistanê de be. Barzanî herwisa da zanîn, ku dê dîdarên wan li gel alîyên din berdewam bin.


Şanda Partîya Demokrata Kurdistanê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî û şanda Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê bi serokatîya Berhem Salih serdana Elî Bapîr emîrê Komela Îslamîya Kurdistanê kirin û bi hev re kombûnek saz kirin. Piştî kombûnê jî konfranseke rojnamevanî bo her sê kesan hate sazkirin.

Di destpêka evê konfransa rojnamevanîyê de Elî Bapîr ragihand:´´ her du şand nerîna erênî ya serokê herêmê di bareya ewan kêmasîyên ku di sîstema desthilatdarî û dam û dezgehên Kurdistanê de hene, gihandine me. Herwiha helwêstên erênî yên her du polîtboruyên PDK û YNK jî gihandine me.´´

Elî Bapîr di berdewamîya axavtina xwe de got:´´ ewa ku zêdetir pêywsîte bihê baskirin û me guftûgo li ser kir, mekanîzm û hûrkaîryên wê çawa bin, ewan ji me re ragihand, ku wan hêla sor nîne di bareya her çaksazîyekê de ku pêywîst be bo ber bi pêş ve birina herêma me bihê kirin.´´

Piştî hingê Nêçîrvan Barzanî di evê konfransa rojnamevanî de ragihand:´´piştî ku serokê herêmê li gel alîyên opozisiyonê kom bû û paşê li gel her du polîtboruyên PDK û YNK jî kom bû da ku basa ewan mijaran bihê kirin, ku di kombûa serokê herêmê û alîyên opozisiyonê hatine baskirin, kombûn erênî bûne. Her di kombûna polîtboruyên PDK û YNK de min ûn Berhem Salih ji bo encamdana guftûgoya li gel ew her sê alîyan û alîyên din hatîne rasipardin da ku bi diyalogeke niştîmanî dest pê bikeyn û di encam de li gor berjewendîya xelkê Kurdistanê be. Her ji ber ewê destpêşxerîya mamosta Elî Bapîr bûye û ji ber ewê çendê jî me bi baş zanî ku serdana me bo nik wî be.´´

Barzanî herwisa ragihand, ku ´´ bi şêweyeke giştî me bas kir, dîdarên me li gel alîyên dinên herêma Kurdistanê jî dê berdewam bin.´´

Di beşeke din a evê konfransa rojnamevanî de Berhem Salih ragihand:´´ ew qeyrana ku rûbirûyê Iraqê bûye, rengvedaneke mezin bi ser Kurdistanê ve heye. Em wek her du partîyên serekîyên desthilatdar li herêma Kurdistanê serberzîn bi ewan destkevtîyên ku bi dest ve hatine. Herwiha pêş xelkê din em dibêjin kêmasî heye, me pêywsîtî bi çaksazî û xurtkirina bingehên desthilatdarîyê heye û xurtkirina yekrêzîya alîyên siyasî jî pêywîstî bi piştîvanîya hemû alîyên siyasî heye.´´

Berhem Salih tekezî jî kir:´´ em di evê qonaxê de gelek bi cidî li dûv diyalog û danûstandineke niştîmanî ne. Hemû mijar û dosyayên ku cihê baskirinê bin û dibe ku bihên baskirin, di çarçoweya berjewendîyên bilindên miletê me de û dezgehên rewa de, da ku ew ezmûn aherêma Kurdistanê ber bi asoyeke geştir bibeyn.´´
Top