• Tuesday, 10 February 2026
logo

Komên Çekdar malên Kurdan li Serêkaniyê talan dikin

Gulan Media January 22, 2013 Nûçe
Komên Çekdar malên Kurdan li Serêkaniyê talan dikin
Piştî malên Kurdan li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ve hatin dagîr kirin û ji malên xwe hatin derkirin, ew kom hemû alavên nav malan didizîn û talan dikin.

Mihyedîn Îso yek ji wan welatiyane ku mala wî hatiye talan kirin, ji Rûdawê re ragihand: "Berî mehekê komên çekdar mala min dagîr kirin, malbata min naçar bûn koçber bibin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Niha komên çekdar tev alavên nav malê dizîn, ji xwe re birin û dê di bazaran de ji xwe re bifroşin.”

Mihyedîn Îso yê rojnamevan ji destpêka şoreşa Sûriyê ve di meydanên Şam û Serêkaniyê de li dijî rejîma Esed beşdarî xwepêşandana dibû. Navbirî tekez kir ku tevî wan çeteyan mala wî talan kirin û taxên bajarê wî bombebaran dikin, lê ew her li dijî rejîma Beşar Esedin. Îso got: "Şebîheyên duh xwe kirine şoreşger û êrîşî gelê Kurd dikin, tû cûdahiyeke wan li gel Esed nîne.”

Ev heftiyeke komên çekdar taxên bajarê Serêkaniyê bi tank û topan bombebaran dikin û tev hêzên çekdar yên Rojavayê Kurdistanê li dijî wan koman şer dikin.

Rudaw
Top