Li Kelarê 9 kes şewitîn
Efserê navenda polis yên nexweşxaneya giştî a Kelarê Kamran Casim ji Xendanê re ragihand ku: "Li dikaneke li navçeya pîşesazî ya bajêr botlek gaza Oksîcînê teqiyaye û hejmara kesên şewitîne gihîştiye 9 kesan û ji ber giraniya şewata wan ew hemû şandine nexweşxaneya Silêmaniyê."
Wê jêderê got: "Heya niha ziyanên madî hîna nehatiye zanîn."
Xendan
