• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê Salvegera Damezrandina Komara Kurdistanê Hate Bîranîn

Gulan Media January 22, 2013 Nûçe
Li Hewlêrê Salvegera Damezrandina Komara Kurdistanê Hate Bîranîn
li Hewlêrê bi organîzatoriya hijmareke part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û bi beşdariya hijmareke zêde ji Rayedar û Parlementerên Kurdistanê merasimeke bîranînê bo 67 saliya damezrandina yekemîn komara Kurdistanê ya li Mehabadê a li Rojhilata Kurdistanê de hate sazkirin.

Di vê merasima han de çendîn peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û behsa ezmûna komara Kurdistanê ya li Mehabadê hate kirin.

Piştî bi dawî hatina peyam û gotaran çendîn sirûd û marş û stranên nîştimanî jî hatin pêşkêşkirin.
Top