Serokê Hikûmet Û Serokê Parlementoya Kurdistanê Civiyan
Her di vê civîna han de biryar hate dayîn daku, Serokê Hikûmetê û Serokê Parlementoya bi awayekî Mehane civînên xwe yên hevbeş saz bikin û bo vê yekê jî dibe bernameya wan civînan ji aliyê Sekreterê parlementoyê û wezîrê Hikûmetê bo karûbarên Parlementoyê ve were amadekirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de behsa hemahengî û hevkariya komîte û komisyonên Hikûmet û Parlementoyê jî hate kirin û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê jî amadebûna Hikûmetê bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekî diyar kir.
Di beşeke din ya vê civîna han de behsa giftûgoyên heyî yên li ser proje bûdceya Hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin û Serokê Parlementoyê jî diyar kir ku, di roja Çarşem ya vê Hefteyê de Parlemen dest bi giftûgoyên xwe yên li ser projeya han dike.
