• Tuesday, 10 February 2026
logo

Vayrosa H1N1 Di Leşê Welatiyeke Kurd De Hate Dîtin

Gulan Media January 21, 2013 Nûçe
Vayrosa H1N1 Di Leşê Welatiyeke Kurd De Hate Dîtin
Piştî dubare belav bûna vayrosa h1n1 di hin welatiyên Cîhanê de û dîtina çendîn vayrosan li Îraqê de jî Hikûmeta Kurdistanê di warê tendirostî de dest bi wergirtina tedbîrên tendirostî kir.

Ji aliyeke din ve jî bi fermana wezareta tendirostî ya Hikûmeta Kurdistanê tevahiya dezgehên têkeldar ketin nava amadebaşiyeke berfire bo rûbirû bûn bi vayrosa h1n1.

Di vê çarçoweyê de aliyên têkeldar yên li Silimaniyeyê diyar kirin ku, bo yekemîn car li Kurdistanê de evro li Bajarê Silimaniyeyê di nava leşê jinek temen 63 salan de veyrosa han hatiye dîtin.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, ev jina han niha di bin çavdêriya Nûjdaran deye û rewşa wê ya tendirostî başe.
Top