Obama sond xwar
Ji bo destpêkirina dora duyem a serokatiya Amerîka, Barack Obama Duh (20.01.2013) li koşka spî û bi merasimek sade sond xwar.
Di merasimê de tenê malbata wî û serokê dîwana bilind a Amerîka amade bû.
Sala 2008 dema Obama nû bibû serokê Amerîka di dema sondxwarinê de hinek peyvên sondê xelet gotibû lewre carek din sond xwaribû lê vê carê bêyî ku xelet bike, pêk anî.
Hat gotin cîgirê Obama, Joe Biden jî îro danê sibê sond xwaribû.
Tê zanîn di hilbijartinên vê carê yê serokatiya Amerîka de, Barack Obama li hember hevrikê xwe Mîtt Romney yê komarî bi serketibû.
Rudaw
