Seyda: Emê li Sûriyê hikûmetek demî pêk bînin
Berpirsê pêwendiyên derve yê hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê û serokê berê yê encumena niştimanî ya Sûriyê, Ebdulbasit Seyda ji Rûdawê re got ku ew li bajarê Stenbolê mijûlî pêkanîna hikûmetek demî ne.
Seyda diyar kir ku hinek kes ji bo serokatiya hikûmeta demî hatine destnîşan kirin ku yek jê serokwezîrê berê yê Sûriyê, Riyaz Hicab e.
Ebdulbasit Seyda da zanîn ku endamên ENKS beşdarî civînên pêkanîna hikûmeta demî nebûne.
Berpirsê pêwendiyên derve yê hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê li bara alozî û şerê Serêkaniyê de jî got: “Encumena niştimanî ya Sûriyê li bara rewşa Serêkaniyê daxuyaniyek belav kiriye û ji hemû hêzên çekdar xwestiye wê deverê biterikînin û rêveberiya bajêr radestî xelkê sivîl ê bajêr bikin.”
Seyda ragihand ku hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê jî li ser rewşa Serêkaniyê gotûbêj dike û dê daxuyaniyekê li ser vê yekê belav bike.
