• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi dirêjahiya 150 k.m hawirdora Kerkûkê dibe xendek

Gulan Media January 21, 2013 Nûçe
Bi dirêjahiya 150 k.m hawirdora Kerkûkê dibe xendek
Parêzgarê Kerkûkê aşkira dike ku ji bo parastina Kerkûkê plana drustkirina xendekê bi dirêjahiya (150) kîlometir bi dora bajarê Kerkûkê heye, her weha daxwaz ji hemû hizbên bajarê Kerûkê jî kirk u baregehên xwe li nava bajêr kêm bikin çûnkî ew bi berdewam armanca terorîstan in.

Îro yekşeme 20/1, bi daxuyaniyekê ji Xendanê re Necmedîn Kerîm got: "Baregehên partiyan li nava bajêr weha lê kiriye ku navenda bajêr rûbirûyê tundûtîjiyên terorîstane çûnkî ew baregeh bi dayîmî dibin armanca terorîstan."

Parêzgarê Kerkûkê daxwaz ji aliyên siyasî yên Kerkûkê jî kir ku baregehên xwe kêm bikin li pêş hemûyan jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku bi xwe endamê mekteba siyasî yê wê hizbê ye wê destpê bike.

Necmedîn Kerîm rexne li hemû partiyên bajarê Kerkûkê girt ku nikarin baregehên xwe biparêzin çûnkî piraniya baregehan erkê parastina wan girantir dike.

Kerîm got: "Ew teqînên li cadeya Etlesî ya bajarê Kerkûkê rû da pêştir du caran ew otombêla bombekirî di cadê de li pêşiya baregehê re çûye û hatiye lê nekarîne rê lê bigrin."

Sebaret bi destpêkirina lêkolînan li ser wê teqînê ku têde baregehên çend dazgehên Partiya Demokrata Kurdistanê kirine armanc û paşê 26 kuştî û 176 birîndar ketibûn, parêzgarê Kerkûkê amaje bi wê yekê kir ku lêkolîn di bajarekî wekî Kerkûkê fereh netew ku her tim cihê hevrikiyên siyasî bûye hêsan nîne.

Necmedîn Kerîm got: "Eger pirin û alozin jî bo nimûne piştî 2006`ê 8 hezar malbat ji Enbar û Diyale hatine Kerkûkê akincî bûnekes nizanê çima? Eve di demekê de ku fermandarê firqeya bi xwe zanyarî daye ewan ku kesên terrorist di nava wan dene."

Sebaret bi sedemên din parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm aşkira kir û got: "Pişka Kurd di nava hêzên polis de tenê %30 ye, ew rêjeye jî bi ser hizban de hatiye parvekirin, û jib o her biryarekê vedigerin bo hizbên xwe, hin ji wan jî alîgirên berpirsên xwe ne, vê yekê weha kiriye ku destnîşankirin û lêkolîna li wan rûdanan hêsan nebe."

Derbarê daxwaziya destlikarkêşana birêvebirê polîsê bajêr lîwa Cemal Tahir jî , Dr. Necmedîn Kerîm ragihand: "Em hemû berpirsin li parastina ewlehiya vî bajarî ne yek an du kes, em hemû dizanin ku hêzên ewlekariyê yên Kurd jî yên li navçeyê hene ew jî berpirsin, nabê hemû şaşîtî bi ser yek kesî de bê şikandin."

Parêzgarê Kerkûkê derbarê asta feryatkeftinê di dema rûdana 16`yî vê mehê de jî got: "Bi rastî teqînek pir mezin bû, hejmara qurbaniyan jî gelekî pir bûn, lê em bi erkê xwe rabûn e."

Sebaret bi plana ewlekariyê bo bajêr jî parêzgarê Kerkûkê got: "Ji niha ve projeya xendekekê bi dirêjahiya 150 kîlometir di navbera ew navçeyên ku tê texmîn kirin otombêlên bombekirî jê bêne nava bajêr dê bê dirust kirin."

Dr. Necmedîn Kerîm di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo vê projeyê ew li gel kompaniyekê bi rêkeftine li ser belavkirina kamîreyên çavdêriyê li cihên hesas û cihên giştî yên din.

Xendan
Top