• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îraqiye: Dibe Lêpirsîn Ji Malikî Were Kirin

Gulan Media January 20, 2013 Nûçe
Îraqiye: Dibe Lêpirsîn Ji Malikî Were Kirin
Endamê lîsteya Îraqiye Lîqa Werdî ragihand ku, firakisyona Îraqiye jiber aloziyên heyî yên li Îraq û herwiha serneketina prosesa siyasiya welat daxwaz dike ku, Parlementoya Îraqê lêpirsînê ji Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bike.

Çavkanî herwiha diyar kir ku, lîsteya Îraqiye li ser vê daxwaza xwe biîsrare û dibe rêçikên taybetî yên bi vê lêpirsîn û babetên ku, ji Malikî werin pirsîn û ev kesên ku, lêpirsînê bimeşînên dibe pêştir werin destnîşankirin.

Werdî anî ziman ku, Parlementoya Kurdistanê jî li ser navê hin kesan ku, lêpirsînê ji Malikî bikin razîbûna xwe diyar kiriye.
Top