Her şev 5 hezar welatiyên Rojavayê Kurdistanê sînor derbas dikin
Çavkaniyeke ji hêzên li ser sînorê Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ev demeke welatiyên ku li gundên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê niştecîh bûne, sînorê Herêma Kurdistanê qut dikin ji bo kirîna nan û sotemeniyê.
Li gor wê çavkaniyê, piştî ku parêzvanên sînor dergehek li gundê Şilîkê li ser sînor vekirin, ji bo ku penaberên ji Rojava bikaribin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, her şev dora 5 hezar kes di wî dergehî de derbasî Herêma Kurdistanê dibin: “Lê ew naçin kampa Domîz, lê hewl didin pêdiviyên xwe yên weke xwarin û petrolê bidest bînin, daku ji malbatên xwe re bibin.” Heman çavkaniyê got eger ew bi tevahî rê li ber çûn û hatinê vekin, êdî dûre ewê nikaribin sînor kontrol bikin.
Ji ber kêmgihiştina pêdiviyên rojane, nemaze xwarin û sotemeniyê, ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê, ev parçeyê Kurdistanê dike ku rastî karesateke mirovî bê, ku di sala 1991e de Başûrê Kurdistanê rastî rewşeke wiha hatibû.
Fermandarê yekîneya 8ê ya girêdayî Wezareta Pêşmergeyan, Haşim Sîteyî, ku hêzên wî li ser sînorê di navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de niştecîh in, li ser rewşa sînor ji Rûdawê re got: “Şerê Sûriyê bandoreke mezin li ser xelkê kiriye, nemaze jî li ser welatiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê ku rastî krîza nan û sotemeniyê hatine û di rewşeke xerab de dijî.”
Sîteyî da zanîn ku ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Azad ve rê li ber gihiştina zad ji bo Kurdên Rojava tê girtin û got: “Çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê rê nadin ku saziyên xêrxwazî alîkariyan bigihînin xelkê deverê, tenê divê di rêya wan de be, lewma roj bi roj rewşa aborî ya xelkê xerabtir dibe.”
Navborî got dora du hefteyane ku şêniyên gund û bajarokên li ser sînor her şev bi kom berê xwe didin Herêma Kurdistanê ji bo kirîna pêdiviyên xwe yên rojane: “Tew jin û zarokên kêmî 10 salan jî bi wan re ne. Pirraniya wan tên têra şev û rojekê xwarin û sotemeniyê ji zarokên xwe re dibin.”
Fermandar Haşim Sîteyî red kir ku wan rê li ber welatiyên Rojavayê Kurdistanê girtibe û axaftina xwe wiha qedand: “Em rê nadin kesên ku bi navê bazirganî û karê qaçaxçîtiyê tên Herêma Kurdistanê, yan ji wir direvin û tên vir, lê em alîkariya wan kesan dikin ku dixwazin şekir an sotemeniyê ji zar û zêçên xwe re bibin.”
Rudaw
