• Monday, 09 February 2026
logo

Li gor Erdogan rêjeya dengên BDP'ê sedî 7.2 ye

Gulan Media January 20, 2013 Nûçe
Li gor Erdogan rêjeya dengên BDP'ê sedî 7.2 ye
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, rêjeya dengan a li gorî anketek ku AKP’ê daye çêkirin, aşkera kir.

Serokwezîr Erdogan, di civîneke li Dîlokê hate lidarxistin de axivî. Erdogan destnîşan kir ku hilbijartin nêz bûne û wiha got: “Divê em her tim, her wekî ji nişka ve hilbijartin çêbe amade bin. Divê em xizmetên xwe ji gel re baş ragihînin.”

Rêjeya dengên partiyan

Erdogan, di axaftina xwe de ragihand ku di meha kanunê de anketek hatiye çêkirin û encamên vê anketê aşkera kir. Li gorî encamên ku Erdogan aşkera kir, rêjeya dengên 4 partiyên mezin ên li Tirkiyê wiha ye: “AKP: Ji sedî 53.6, CHP ji sedî 21.7, MHP ji sedî 12.3 û BDP ji sedî 7.2 e.”

Li gorî sîstema hilbijartinê ya Tirkiyê, ji bo partiyeke siyasî bikaribe biserkeve, divê herî kêm ji sedî 10'ê dengan bistîne.

Rudaw
Top