• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan ji bo sekinandina operasyonên serbazî 3 merc danî

Gulan Media January 20, 2013 Nûçe
Erdogan ji bo sekinandina operasyonên serbazî 3 merc danî
Serokewzîrê Tirkiyê, Recep Tayyi Erdogan diyar kir ku heta PKK dest ji çekdan bernede dê şerê li dijî “terorê” bidome. Erdogan da zanîn ku dengên partiya wî niha 54% e.

Li gorî ajansên Tirkiyê, serokwezîr Recep Tayyip Erdogan Duh (19.01.2013) li bajarê Dîlok (Entab) di merasima vekirina hinek projeyên xizmetguzarî de axaftinek kir û diyar kir ku heta PKK dest ji çekan bernede dê şerê li dijî wê bidome.

Erdogan mercên sekinandina operasyonên serbazî li dijî PKK jî wiha anî ziman: “Divê reêxistin (PKK) dest ji çalakiyên serbazî berde, derkeve derveyî sînorê Tirkiyê û dest ji çekan jî berde.”

Serokwezîr û serokê giştî yê partiya dad û geşedanê (AKP), Erdogan encamên rapirsiya herî dawî ya rêjeya dengên partiya xwe jî eşkere kir û got ku li gorî rapirsiya herî dawî dengê AKP 54% dengê giştî ye.
Top