Serokê Herêma Kurdistanê li gel her du Mekteba Siyasiya Yekîtî û Partî civiya
Li civînê de, her du Mekteba Siyasiya Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) xweşhaliya xwe di derbarê encama civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel her sê serkirdeyên rikeber(opozîsyon) derbirî ku roja 17/01/2013 li Selahedîn birêveçû, her wiha ew pêşniyar jî hatin nirxandin ku ji aliyê her sê serkirdeyên rikeber ve li civînê de xistibûn rû.
Her du Mekteba Siyasiya PDK û YNK piştgîriya xwe ya bi tevahî li prensîpa guftûgo û diyalogê dûpatkirin û bi mebesta parastina yekrêziya hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê danîna mekanîzmekî jî ji bo çawayiya birêveçûna wan guftûgo û diyalogan bi pêwîst hate zanîn.
