• Monday, 09 February 2026
logo

Muqteda Sedir 6 Daxwaz Pêşkêşî Hikûmeta Îraqê Kir

Gulan Media January 19, 2013 Nûçe
Muqteda Sedir 6 Daxwaz Pêşkêşî Hikûmeta Îraqê Kir
Duh Nivîsgeha Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku, Serokê tevgerê Muqteda Sedir di derbarê meseleya xwepîşandanên heyî yên li Îraqê û daxwazên welatiyên xwepîşander de 6 xalên sereke weke daxwaz pêşkêşî Hikûkmeta Îraqê kiriye û herwiha daxwaz kiriye daku, bilez ev daxwazên han werin cîhbicîhkirin.

Sedir daxwazên xwe bi vê rengî rêz kiriye; - azad kirina Girtiyên bêtawan û darizandina Tawanbaran, - cîhbicîh kirina mekazagona 4 ya Terorê,- cîhbicîh kirina qanûna lêpirsîna yeksan û dadmend,- beşdariya rastîn ya tevahiya pêkhateyên Îraqê di birêvebirina welat de,- pêşkêş kirina xizmetgozariya zêdetir,- piştgîrî kirin ji helwesta merceên olî.
Top