• Monday, 09 February 2026
logo

Soza serokwezîrê Kurdistanê ket di warê piraktîkê de

Gulan Media January 17, 2013 Nûçe
Soza serokwezîrê Kurdistanê ket di warê piraktîkê de
Li bajarê Hewlêrê. Îro civata herêmî bo karûbarên neft û gazê a herêma Kurdistanê civiya û di civînê de çend pirsên aktuel di warê siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neft û gazê de û çewaniya xweşkirina jiyana hevwelatiyên Kurdistanê gotûbêj kirin.

Piştî civînê, Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona diyarkirina naveroka civîna Civata Hermêmî bo karûbarên Neft û Gazê preskinferensek saz kir û behsa mijarên di ncivînê de hatîne minaqeşe kirin kir.
Dizeyî behsa hewlên Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê yên di warê baştirkirina rewşa jiyana malbatên şehîdên Kurdistanê û malbatên qorbaniyên enfal û kîmiyabarên, bi taybetî yên devera germiyanê kir û got:

- Civîna civata herêmî bo karûbarên neft û gazê biryar da ku, 110 milyar dînaran ji dahatiniyê nefta Kurdistanê, ji bo alîkarî û piştevaniya malbatên şehîdên senger, hevwelatî û qurbaniyên jênosîdayê, di sindoqeke taybet de deyne.

Berdefkê hikûmeta Kurdistanê behsa çewaniya dabeşkirina wan pereyan û hijmara kesên fêdey ji wê sidoqê werdigirin kir û got:

- Ev alîkarî di ji 01.01.2013ê bikeve di warê piraktîkê de. Ji şehîdên senger 40 hezar û 684 kes, ji şehîdên jênosîdayê 13 hezar û 974 kes û ji şehînên hevwelatî jî 20 hezar û 165 kes mifadar dibin. 150 hezar dînar dê li ser meaşê şehîdên senger û şehîdên jênosîdayê zêde bibe, û 50 hezar dînar dê li ser meaşê şehîdên hevwelatî zêde bibe.

Weke tê zanîn Nêçîevan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di havîna sala borî de serdana devera Germiyanê kiribû û di dîdarekê de digel malbatên şehîdan û malbatên qurbaniyên enfal û kîmiyabaranê civiyav bû û di civînê de soz dabû ku, rewşa jiyana malbatên şehîdan baştir bike û di civîna îro a civata herêmî bo karûbarên neft û gazê de soza serokwezîrê Kurdistanê ket di warê piraktîkê de.
Top