Yekem Karwanê Hevkariya Herêma Kurdistanê Çû Rojava
Hemîd Derbendî weha jî got: Ev hevkarî pêkdihatin ji hezar ton Ard, 200 Ton Birinc û wekî din jî pêwîstiyên male, li gel milyonek Lîtir Gazoil (mazot) û weha jî got kû dê ev hevkarî him ji aliyê hûkûmet û him ji aliyê serokayetiya Herêmê ve di qonaxên nêzîk de berdewam dibe. Ji aliyekî din ve jî got kû rêxistinên cîhanî yên xêrxwazî ragihandine kû dixwazin hevkariyên xwe di vî sînorî re derbas bikin.
Perpirsê Peywendiyên giştî yên serokayetiya herêmê ev jî da zanîn kû , rêkirina tiştan gelekî zehmetî têde heye, kû bi rêya keştiyan bi ser ava Dicle de tê rêkirin, me li gor wan derfetên xwe ew rê dirûst kiriye, her di mijara rêde di bernameyên me de heye kû em pirekî dirûst bikin, da kû şandina alîkariyan hesantir bibe.
Derbendî weha jî got: Eve demek bû kû li hinek kenalên ragihandinê, behsa girtina sînor dihat kirin, dihat gotin kû sînor hatiye giritn û abloqeya abûrî ji aliyê hukûmeta Herêmê ve ser Sûrye hatiye danîn û bi têlan asê kirine, niha li vir diyar dibe kû tiştekî weha ne raste, di navbera me de sînor jî nebû kû were girtin. Eve demeke zore hewildan tên dayîn kû deriyekî were vekirin da kû hevkarî were rêkirin wî aliyê sînor, hevkarî jî bo wan hemû kesên kû li Kurdistana Rojva li Kurdistana Sûriya dîjîn.
