• Monday, 09 February 2026
logo

Hak-Par Hoşdarî Da Dewleta Tirkiyeyê û BDP; Agahdarê Provokasiyonan Bin

Gulan Media January 16, 2013 Nûçe
Hak-Par Hoşdarî Da Dewleta Tirkiyeyê û BDP; Agahdarê Provokasiyonan Bin
Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Ehmed Turk basa angaşteke balkêş kir. Ehmed Turk got, ku dibe ku dezheja Hewlgirîya (îstixbarata) Îranê Sakîne Cansiz ê 2 hevalên wê kuştibe.


Ehmed Turk ku heftiyek berê çûbu Grava Îmrailyê û bi rêberê Partîya Karkirên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, ji bo kuştina Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan istixbarata Îranê weke bikerê encamdana terorê û kuştina ewan kesan nîşan da.

Ehmet Turk desnîşan kir, ku ew bawer nake dewleta Tirkiyê ew her 3 siyasetmedar û çalakvanên kuştibe û ew teror pêk anîbe. Hevserokê KCD herwiha got: “Dibe ku ew hezên ku naxwazin Tirkiye li herêmê bibe hêzeke mezin, 3 jinên kurd kuştibin. Heke Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike, dê Tirkiye li herêmê bibe hêzeke sereke. Ji ber evê yeke dibe istixbarata Îranê ev 3 jin kuştibin.”
Turk diyar kir, ku îstîxbarata Sûriyeyê bi îstîxbarata Îranê re dixebite û wiha berdewam kir: “Ev kuştin ji bo Sûriyeyê jî başin. Di destê min de tu agahî nîne. Lê li gorî texmînên min Cansiz, Soylemez û Dogan ji aliye Îranê ve hatin kuştin. Lê dibê ku îstîxbarata Îranê li ser navê îstixbarata welatekî din jî ev kuştin kiribe. Em nizanin. Kî dibe, bila bibe, divê dewleta Fransayê baş bixebite û bikerên evê kuştine derxe holê.”
Top