Di encama ev pila befir barîna ku, piraniya Deverên Bakûrê Kurdistanê vegirt, li hin Deveran zêdetir ji 2 mitroyan befir hat û di vê çarçoweyê de jî duhê hijmareke leşkerên Tirk yên li ser Sînur nubedarî dikirin di bin befirê de man û hawara xwe gehandin Gundiyên Derdor û Şîniyên wan Gundan jî di hawara wan de çûn û ev leşkerên han ji mirinê xelas kirin û birine Gundên xwe û pêdeviyên wan yên sereke dabîn kirine û pişt re Rayedarên artêşa Tirkiyeyê hayedar kirine daku, werin û xwedî li leşkerên xwe derkevin.