Govara L Express: Siyasetên Barzanî Kurdistan Pêş Xistiye
Govara han di beşeke din ya raporta xwe de eşkere kiriye ku, Kurd di bin Serokatiya Barzanî de ji her demekî zêdetir bo gehêştin bi hêvî û xewnên xwe nêzîktirin.
Di destpêka vê raporta han de hatiye nivîsandin ku, Kurdistan Devereke aram di nava navçeyeke naaram û aloz ya Cîhanê de lê Kurdistan kariye ku, aramî û lêbûrîn û bihevre jiyanê biparêze û aştî zal bike û bi vê rengî jî Kurdistan bûye erdê derfet û lêbûrînê bo tevahiya xelkê Kurdistanê û pêkhateyên cuda cuda û derfet û karînên bazirganî yên Kurdistanê jî bûne sedema kêşandina sermayegozarên cîhanî bo aliyê xwe.
Di beşeke din ya vê raporta han de behsa Hewlêrê jî hatiye kirin û nivîsandiye, Hewlêrê Bajareke Dîrokî û kevnar ya Kurdistanê ye û di her warî de Bajareke gelek zengîn ya Kurdistanê ye û xwedan paşerojeke gelek geş û pirşinêgdare.
Di derbarê rewşa îdarî ya Kurdistanê de jî di beşek ji vê raporta han de hatiye nivîsandin ku, Kurdistan nêzî 20 sale ku, bi awayekî etonom xwe birêve dibe û serweriya qanûnê tê de hatiye parastin û di nava rewşa aloz ya Îraqê de Kurdistan kariye ku, di warê abûrî, civakî û siyasî de pêngavên gelek baş bavêje.
Piraniya kompaniyên biyanî di dema hizir kirin di derbarê sermayegozarî kirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêyî ti fikar û dudiliyekî Hewlêrê hildibêjirên.
Di derbarê siyasetên Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê de jî di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku, proje û siyastên Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê bi awayekî hatine amadekirin ku, dibe xwedan stratijiyeke piralî bin lewre Serokatiya Barzanî bûye sedema vê yekê ku, welatiyên Kurdistanê bîranînên tal û dijwar yên demên derbasbûyî ti carî ji bîr nekin.
