• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî 14 Saliya Kurdistantv Pîroz Kir

Gulan Media January 16, 2013 Nûçe
Serok Barzanî 14 Saliya Kurdistantv Pîroz Kir
Evro bi minasebeta 14 saliya damezrandina kanala Kurdistantvê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Birêzan Birêvebir û Karmendên Kurdistantvê

Silav û rêz

Bi minasebeta 14 saliya kar kirina kanala we ya xweştewîst gerimtirîn silav û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên ezîz û xweştewîst dikim.

Kurdistantvê weke yekemîn kanala asmanî ya Îraq û Kurdistan di nava 14 sal temena xwe de xizmeteke gelek baş û berçav pêşkêşî çapemenî û mîdiyaya Kurdî kiriye û jibilî girîngiya vê ya di warê ragihandinî de di warê siyasî, civakî, hunerî û Rewşenbîrî de jî pêngavên gelek baş û avêtiye û destkeftên baş bi dest xistiye û hertim bi hest kirin bi berpirsiyartiya xwe ya netewî li hember bûyer û rûdawan tevgeriyaye.

Hêvî dikim hevdem ligel hilkirina mûma 14 saliya temena xwe de Kurdistantvê serkeftinên baştir bi dest bixe û hertim estêra geş û taqane ya asmana mîdiyaya Kurdî be ku, çemkên demokrasî, lêbûrîn, bihevre jiyan, tebayî û yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û seraserê Îraqê diyar bike û hêz û karînên xwe tevger bike û kar û dahênanên zêdetir.

Careke din pîroz be, her serfiraz û pir bexşîş bin

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

16.1.2013
Top