• Monday, 09 February 2026
logo

Çar Firokeyên Şerr Ên Turkiye Çend Gundên Ser Bi Devera Amêdiyê Bombaran Kirin

Gulan Media January 15, 2013 Nûçe
Çar Firokeyên Şerr Ên Turkiye Çend Gundên Ser Bi Devera Amêdiyê Bombaran Kirin
Duh êvarî çar firokeyên şerr ên Turkiye çend gundên ser bi deverên Nêrwe û Rêkan û Nihêlî ên li sînorê bajêrê Amêdiyê, bombaran kirin.

Rabîn Elî rûniştvanê dvera Dêrelukê ji PNA re ragihand, ku duh demjimêr 5:45 xulek çar firokeyên şerr ên Turkiye sînorê herêma Kurdistanê derbaskirin û gundên (Milê Zabê, Ruyê Şîn, Ziliyê, Reşave, Kuker, Sernî, Hure û Cemcî) ên li devera Nêrwe û Rêkan û Nihêlî bi dijwarî bombaran kirin.


Rabîn Elî weha jî da zanîn, ku ti zîyaneka giyanî ji evê bombarana han çênebû û tenê zîyanên maddî jê çêbûn.
Top