Demîrtaş: Em Hêvîdarîn di Zûtirîn Dem de Serdana Ocalan Bikîn
Hevserokê BDP Selahaddîn Demîrtaş îro li ber baregehê serekîyê BDP ya li Amedê daxuyaniyek da çapameniyê. Selaheddîn Demîrtaş di daxuyanîya xwe de derbarê hevdîtinên Îmraliyê de aşkera kir, ku wan serî li wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dane û ew li benda bersivê ne. Demîrtaş da zanîn, ku ew di wê baweriyê de ne ku dê di rojên pêş de, di zûtirîn demê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bihînin.
Demîrtaş basa bûyera terora li Parîsê jî kir û di evê bareyê de got, ku li pişt kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê rêxistineke xurt a hewalgirî (saloxegerî, îstîxbaratî) heye û daxwaz kir, ku ev kuştin di zûtirîn dem de bihên rohnîkirin. Demîrtaş ji hikûmeta AK Partiyê jî xwest derbarê ronîkîrina bûyerê de piştgirîyê bidin.
