• Monday, 09 February 2026
logo

Kurdên Rojawayê Spasiya Serok Barzanî Kirin

Gulan Media January 15, 2013 Nûçe
Kurdên Rojawayê Spasiya Serok Barzanî Kirin
Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd a li Rojawayê Kurdistanê de spasnameyek pêşkêşî Serok Barzanî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Birayê birêz û hêja Serok Mesûd Barzanî

Silav û rêz

Duyemîn kongreya nîştimanî li Sûriyayê gerimtirîn silavên xwe yên biratiyane pêşkêşî weyên birêz dike û hêviya serkeftin û tendirostî ji we re dixwaze.

Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd a li Sûriyayê spasiyên xwe li hember hewldanên we û piştgîrî kirina we ji têkoşîna Rojawayê Kurdistanê pêşkêşî we dike.

Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê a ku, bi Serokatiya weyê birêz hatibû îmzekirin kir.

Careke din silavên birayên me qebûl bikin û hêvî dikin hertim tendirost û selamet bin.

Serokatiya duyemîn kongreya nîştimaniya Kurd li Sûriyayê
Top