• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî Hêzeke Gelek Zêde Şandiye Samerayê

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Malikî Hêzeke Gelek Zêde Şandiye Samerayê
Evro Peyvdarê Xwepîşanderên Bajarê Samerayê ya ser bi Parêzgeha Tekrîtê ve ragihand ku, hevdem ligel berdewam kirina xwepîşandanên heyî yên li vê Parêzgehê de evro bi fermana Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî hêzeke gelek zêde ji vê Parêzgehê re hatiye şandin.

Peyvdarê Xwepîşanderên Samerayê Nacih Ebas ragihand ku, zêdetir ji 35 maşînên leşkerî têjî ji hêz ji Bexdayê jib o Samerayê hatine şandin û li fermandariya hêzên Dîcle ya li Bajarê Samerayê de hatine bicîhkirin.

Çavkanî eşkere kir ku, armanc ji şandina wan hêzan kontrol kirina xwepîşandan û herwiha çavdêrî kirina rewşa wan Deveraye lewre tê payîn ku, di rojên pêş de alozî di navbera Xwepîşander û hêzên han de derbikeve.
Top