Asayîş Planeke Terorîstî Li Ser Hewlêr Pûç Kir
Di vê derbarê de Birêveberatiya ragihandina asayîşa Hewlêrê eşkere kir ku, li gorî ev zaniyariyên gehêştin me ku, biryare çend kesek ser bi tevgera terorîstiya dewleta îslamiya Îraqê hewl didin daku, bombe û teqemeniyên curbicur bînin nava Hewlêrê û dest bi karên terorîstî bikin.
Di çarçoweya wan zaniyariyan de hêzên asayîşê dest bi operasiyoneke berfire kirin û di encam de hêzên han karîn ku, di roja 5.1.2013an de li xaleke kontrol kirinê ya li Devera Dîbege Terorîstek bigirin ku, di nava maşîna xwe de 6 bombeyên mignatîzî weşartibû bigirin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, navê vê terorîsta han Meên Hemd Muhemed Elrmilî û xelkê Bajarokê Hêçe ya li Parêzgeha Selahedînêye.
Ev bombeyên han bi teqemeniya C4 hatibûn têjîkirin û dixwest wan bombeyan derbasî nava Bajarê Hewlêrê bike.
