Buldan: Sala 2013 dê bibe sala serkeftina Kurdan
Bi beşdariya parlementera BDP ya bajarê Îdirê Perwîn Buldan , gelek rêveberên BDP , bi dehan mêvanên û 225 delegeyan 2. kongreya Partiya Aştî û Demokrasiyê li Qîratxaneya Dîlan a bjarê Îdirê hat lidarxistin.
Buldan di axafina xwe de terorkirina her sê 3 çalakvanên jin li Parîsê ji aliyê çend çekdarên nenas ve şermezar kir û ew hêriş bi têkdana hewlên aştî û hevdîtinên li Îmraliyê bi nav kir û têkest kir ku heya tawanbar neyên aşkere kirin ewê tekoşînê xwe berdewam bikin.
Buldan aşkere kir ku, sala 2013 dê bibe sala serkeftina Kurdan û azadiya rêberê PKK Ebdula Ocalan.
Piştî axaftina Buldan bi dengdana 225 delegeyan Hesen Safa wekî serokê rêxistina BDP'ê yê navenda abajarê Îdirê hat hilbijartin.
Xendan
