• Monday, 09 February 2026
logo

Dr. Berhem: pêwîste YNK û PDK xwe nêzîkî opozisyonê bikin

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Dr. Berhem: pêwîste YNK û PDK xwe nêzîkî opozisyonê bikin
Cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê radighîne ku, pêwîste YNK`ê û PDK`ê ew peywendiyên siyasî yên sar bi opozisyonê re bi dawî bikin û divê opozisyon jî metirsiyên qonaxê li berçav bigre.

Dr. Berhem Ehmed Salih di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Hawlatî de ragihandiye ku: "Ev sarbûna peywendiyên di navbera partiyê hukimranê û partiyê opozisyonê di qazanca kesî de nîne."

Berhem Salih got: "Divê Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê destpêşxer bin bo nêzîkbûna ji opozisyonê û her du alî jî dawî li ew xwe cuda hêştinê bînin."

Cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê YNK`ê amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa niha a navçey pêwîstî bi rêxistinkirina Kurdistanî heye ku rêzên me û siyasetên me yên niştimanî bixin yek.

Xendan
Top