• Monday, 09 February 2026
logo

Îran: Emerîka Kurdan li dijî Îranê handan dike

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Îran: Emerîka Kurdan li dijî Îranê handan dike
Îran, Emerîka û Israîlê bi wê yekê tometbar dike ku ku bi rêya Turkiye hewla handana Kurdan li dijî Îranê dide.

Ajansa nîv fermî ya Fars News a beşê Ingilîzî raportek nehênî li ser zarê berpirsekî PKK belav kiriye û amaje bi wê yekê dike ku Emerîka û Israîl bi rêya hikumeta Turkiye dixwazin Kurdên Rojhelata Kurdistanê bo raperînê amade bikin.

Li gor wê raportê di heyama hevdîtina digel serokê Partiya Karkerên Kurdistan Ebdula Ocalan û nûnerê dezgeha istixbarata Turkiye ragihandiye ku ew dixwazin di demeke nêzî de li Kurdistana Sûriyê herêmeke azad wek a Kurdistana Îraqê bo Kurdana dê dirust bikin û Turkiye jî dixwaze herêmek azad bo Kurdana li Başûrê Rojhelata Turkiye dirust bike ku bi vî awayî zemînek bi Kurdistaneke serbixwe dirust dibe û tenê arîşeya wan di wê projeyê de, Kurdên Îranê ye lewra pêwîste PKK hewla dest pê kirina şoreşekê li Kurdistana Îranê bide.

Heman raportê amaje bi wê yekê dike ku Israîl û Emerîka li pişta wê projeya MÎT a Turkiye ne.

Xendan
Top