• Monday, 09 February 2026
logo

Îro jî li Hewlêr ji bo 3 jinên kurd xwepêşandan hebû

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Îro jî li Hewlêr ji bo 3 jinên kurd xwepêşandan hebû
Konsolê Fransê yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Serokomarê Fransa Franchois Hollande ji bo dozkirina kiryarên ‘komkujiya’ sê siyasetmedarên Kurd ên jin ‘lijneyeke lêkolînan’ daye avakirin.

Îro Rêxistinên Demokratîk ên Herêma Kurdistnê bi armanca şermezarkirina komkujiya her sê siyasetmedarên Kurd û di zûtirîn demê de dozandina kiryarên bûyerê li ber Konsolxaneya Fransa ya Hewlêrê xwepêşandanekê li dar xistin. Rêxistinan bi dosyeyekê daxwaz ji konsolê Frensa kirin ku demildest kujer bên derxistin.

Yek ji berpirsê Rêxistinên Demokratîk ên Herêma Kurdistanê Azad Mihemed li ser navê girseyê dosyayek der heqê ‘komjiya Parîsê’ de da Konsolê Fransa. Di vî warî de Mihemed wiha domand: “Konsolê Fransa ji me re got ku Serokomar Hollande ji bo dozandina kiryara ‘lijneyeke lêkolînê’ ava kirine û ji bo dozkirina kiryaran li her derê Fransa digerin.”

Yek jê damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê li Enstîtûya Enformasyonê ya Kurdistanê di encama sûîqesteke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabûn.

Rudaw
Top