• Monday, 09 February 2026
logo

Rêjîmê taxa Eşrefiyê topbaran kir

Gulan Media January 12, 2013 Nûçe
Rêjîmê taxa Eşrefiyê topbaran kir
Rêjîma Sûriyê devera Benî Zêd a ser bi taxa Eşerefiyê a Kurdnişîn topnbaran kir ku, di encam de dayîkek 3 kurên xwe birîndar bûne, her weha ziyanek maddî jî gihîştiye çend avahiyên wê taxê.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku rêjîma Sûriyê bazgehên xwe yên serbazî li nêzî deverên Kurdnişîn (Eşrefiyê û Şêx Meqsûd) a bajarê Heleb`ê zêde kiriye û hejmarek zêde ji hêzên ewlekariyê jî aniye wan deveran.

Ji aliyekî din ve rêjîmê zêdetirî 2000 endamên Hizbulah a Lubnanî aniye bajarê Helebê daku deshelatiya xwe li wî bajarî xurt bike.
Hêjayî gotinê ye ku eve demek dirêj e ku piraniya taxên bajarê Heleb`ê ji kareba, maddeyên xwerek û tûrên telefonan bê beş mane.

Xendan
Top