Di firotina gurçikan de Sine û Kirmaşan li Îranê yekem in
Bijîşkekî kurd li bajarê Sine, ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re got: “Li gor rêjeya şêniyan, li parêzgeha Kurdistanê (Sine) rêjeya herî zêde ya gurçikan tê firotin, tew ji bajarekî weke Tehranê jî zêdetir e.”
Li gor gotina bijîşkê rojhilatî, kirîn û firotina gurçikan divê tenê bi rêya civata piştevaniya nexweşên gurçikan be, “lê gellek kes li sûka reş gurçikan difiroşin, daku gurçikên xwe bi pereyên zêdetir bifiroşin.” Her gurçikek li wê civatê bi 7 milyon tumen e (zêdeyî 2800 Dolar) û li derveyî civatê jî bi 15-25 milyon tumenî tê firotin. Navborî dibêje: “Tew kesên ku li bazara reş gurçikan difiroşin, li nexweşxaneyên hikûmî neştergerî ji wan re tê çêkirin û ti lêpirsîneke yasayî bi wan re nayê kirin. Lihevkirina li ser nirx jî her di navbera kiryar û firoşkar de dibe.”
Rudaw
