Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Hans Werner Ehrênbêrg kir
Li hevdîtinê de, ku Konsolê Giştiyê Elmanya amade bû, birêz Hans Werner silavên Parlemena Federalê Elmanya û Serkirdayetiya Partiya Lîberalî gihand Serok Barzanî û ragihand ku Herêma Kurdistanê bûye mînakeke girîngê navçeyê, bi taybetî li rûyê emnî û aramiyê ve ku eve jî handereke ji bo welatê wan ku karê veberhênanê têda encam bide û pêwendiyan jî berev pêştir bibe.
Her wiha rêzdar behsa serdana xwe ya Helebçeya Şehîd kir û ragihand ku bi vê serdanê gihîşte rastiya wan zulm û zoriyên ku bi dirêjahiya dîrokê li Kurd hatiye kirin û xweşhaliya xwe jî ji bo wan kar û çalakiyên ku Hikûmeta Herêmê ji bo navçeyê û kesukarê qurbaniyan encam daye derbirî.
Serok Barzanî, ji bilî behskirina wan karesat û êşên ku li ser gelê Kurdistanê da hatine anîn, bi erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanî ku zêdetir girîngiyê bi navçeyê û kesukarê qurbaniyên wan karesat û êşan bide û kar jî ji bo nasandina wan wekî tawanekî dijî bi mirovayetî û komkujiyê bike.
Her wiha nirxandina rewşa siyasiya Iraqê û ew qeyranên ku duçarî bûye û her wiha meseleya penaberên Suriye li Herêmê û çawayiya alîkarîkirina wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
