Kongreya ENKS'ê bi dawî bû û Federalî hat pejirandin
Serokê ENKS’ê Feysel Yûsif di daxuyaniyekê de ji nav salona kongirê ji Rûdawê re ragihand ku kongreya wan piştî dû rojan ji gengeşeke zêde bi dawî bû û têde li ser Federaliyetê li hev kirin û got: "Di kongreyê de bi dengê piraniya beşdarbûyan rêketinameya Hewlêrê wekî projeya siyasî hat pejirandin ku vê dawiyê di navbera ENKS û EGRK’ê de hatibû hatibû îmzekirin.”
Di derbarê beşdarî kirina Encûmena wan di hevpeyamaniya Niştîmanî ya Sûriyê de, serokê ENKS’ê wiha got: "Di civînên bê yên encûmena me wê ev pirs bê guftûgokirin kirin û biryarê li ser bidin.”
ENKS di kongireya xwe ya duyemîn de 75 endaman hilbijart û herwiha sê grûbên ciwanan jî rûniştinên wê baykot kirin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di 26.10.2010’an û piştî şoreşa Sûriyê bi çend mehan ji 12 partî, 18 grûbên ciwanan û kesayetiyên serbixwe hatibû pêk anîn. Wê demê daxwaza mafê çarenivîsê ji bo Rojavayê Kurdistanê dikir, lê berî demekê digel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li ser sîstema Federaliyê rêketin.
Rudaw
