• Monday, 09 February 2026
logo

Li gûdekî Qamişlo alozî derket

Gulan Media January 12, 2013 Nûçe
Li gûdekî Qamişlo alozî derket
Pirsgirêkên navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û ketîbeyên leşkerî yên li rojavayê Kurdistanê didomin.

Duh (11.01.2013) piştî ku dû ketîbeyên leşkerî li gûndê Elî Fero kampeke leşkeriyê bi nave ‘Kampa Newroz’ ragihandin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew gundî dorpêç kirin.. Ji ber vê yekê alozî di navbera YPG û wan herdû ketîbeyan de derket.

Rûdawê pêwendî bi çend welatiyên gûndê Elî Fero kir ku dikeve başûrê Rojavayê bajarê Qamişlo, sedema derketinê aloziyê ji Rûdawî re eşkere kirin û gotin: "Berî demekê dû ketîbeyên kurdî yên bi navê Ketîbeya Şêx Meşûq Xiznewî û herwiha Ketîbeya Ferhad Mihemed Sebrî kampeke leşkerî li gûndê Elî Fero pêk anîn. Lê YPG’ê daxwaz ji wan kir ku divê ew kamp bê girtin û piştî gengeşeyek zêde, kampa Newroz hate dorpêç kirin û gûndiyan jî mûdaxelê kirin.”

Ev demeke alozî di navbera YPG û ketîbeyên leşkerî de derdikevin ku çend caran YPG’ê helwesta xwe ya fermî ragihand û di beyanameyên xwe de dibêje ku ji xeynî yekîneyên wan tû hêzeke din ya leşkeriyê li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûl kirin.

Rudaw
Top