• Monday, 09 February 2026
logo

Hêzên Dîcleyê Hatûçûya Devera Hiwece Qedexe Kir

Gulan Media January 12, 2013 Nûçe
Hêzên Dîcleyê Hatûçûya Devera Hiwece Qedexe Kir
Li gorî çend çavkaniyên curbicur yên li Devera Hiweyceyê Duh hêzên ser bi operasiyonên Dîcleyê hatûçûya wan Deveran qedexe kiriye û derfetê nadin ti kesek derbasî wan Deveran be.

Di vê derbarê de jî çavkaniyek ji hêzên Polîs yên Kerkûkê eşkere kir ku, evro hêzên ser bi operasiyonên Dîcleyê çûyîna maşînan ji derveya Devera Hiweyceyê bo nava vê Deverê qedexe kiriye.

Çavkaniya han eşkere kir ku, tê payîn ev qedexe kirina han bi mebesta pêşî girtin ji xwepîşandanên heyî yên li dijî Malikî de be.

Hevdem her evro li Kerkûkê jî xwepîşandaneke berfire li dijî Malikî û hilweşandina hêzên Dîcleyê jî hate sazkirin û welatiyên Xwepîşander daxwaza cîhbicîh kirina daxwazên xwe ji aliyê Malikî û herwiha hilweşandina hêzên Dîcleyê kirin.
Top