• Monday, 09 February 2026
logo

Daxuyaniya serokê Fransa li bara kuştina 3 endamên PKK

Gulan Media January 11, 2013 Nûçe
Daxuyaniya serokê Fransa li bara kuştina 3 endamên PKK
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, li bara kuştina 3 kadroyên jin ên PKK li Parîsê daxuyanî da û got, "Bûyerek metirsîdar e" û diyar kir ku li bara bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokomarê Fransa Françoîs Hollande, li bara bûyer kuştina 3 endam û rêvebirên PKK, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyanî da çapemeniyê. Hollande, di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji 3 kesên hatin kuştin yek gelek caran ji bo hevdîtinan dihate cem me û hem min hem jî aktorên din ên siyasî baş di nasîn." Holande li bajarê La Tresne dema ku navenda hewayî ziyaret dikir ji rojnamevanan re axivî û wiha got:

"Bûyerekî metirsîdar e. ji 3 kesên ku hatine kuştin yek gelek caran ji bo hevdîtinan dihat cem me û him min him jî aktorên din ên siyasî baş dinasîn. Niha lêpirsînê dest pê kiriye. Ji bo ronîbûna sedema bûyerê û kiryaran, ya herî baş ew e em li bendê bin.”

Rudaw
Top