• Monday, 09 February 2026
logo

PKK kuştina kadroyên xwe avêt stûyê dewleta tirk

Gulan Media January 11, 2013 Nûçe
PKK kuştina kadroyên xwe avêt stûyê dewleta tirk
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kuştina 3 kadroyên xwe li paytexta Fransa, Parîsê davêje stûyê dewleta Tirkiyê lê Tirkiyê jî vê yekê “encama nakokiyên navxwe” yên PKK dibîne.

PKK li hember bûyera kuştina 3 kadroyên xwe yên jin li paytexta Fransa, Parîsê nerazîbûn nîşan da û “gladyoya tirk” bi vê yekê tohmetbar kir.

PKK di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) ve hat weşandin, kuştina 3 kadroyên xwe yên jin li Parîsê wek derxistina astengiyê li hember çareseriya demokratîk a pirsa kurd li Tirkiyê nirxand.

Li gorî daxuyaniyê, ev kadroyên han “bi enqest” hatine kuştin bo ku qonaxa hevdîtinên bi serokê PKK, Abdullah Ocalan re têk bidin.

PKK li hember daxuyaniya hikûmeta Tirkiyê ya kuştina 3 kadroyên wê partiyê wek “encama nakokiyên navxweyî” dabû zanîn, ragihand ku hikûmet dixwaze bi van gotinan “raya giştî bixapîne” ji ber ku “yên ku beriya çend rojan 10 hevalên me li çiyayên derdora Diyarbekirê kuştin, ew 3 kadroyên me kuştine.”

PKK ji hikûmeta Fransa jî xwest bûyerê ronî bike.

Berdevkê hikûmetê û cîgirê serokê giştî yê partiya dad û geşedanê ya Tirkiyê (AKP), Husên Çelîk bûyera kuştina kadroyên PKK li Parîsê wek “encama nakokiyên navxweyî” dabû zanîn. Piştî çelîk, serokwezîr Erdogan jî daxuyaniyekî bi vî rengî dabû.

Şeva borî 3 kadroyên jin ên PKK, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li ofîsa karê xwe li Parîsê hatin kuştin. Cansiz endama damezrêner a PKK bû.

Rudaw
Top