Deriyê li navbera Başûr û Rojava îro tê vekirin
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl ji ANF’ê re ragihand ku deriyê sînor di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê diviyabû roja Pêncşemê bihata vekirin û got: “Lê ji ber sedema barîna berfê li Dihokê vekirina deriyê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dê roja Îniyê pêk bê.”
Xelîl destnîşan kir ku deriyê vedibe, dê li beranberî Gundê Sêmalkan a herêma Koçerata be û got: “ Rêveberiya derî dê di destê komîteya girêdayî Desteya Bilind a Kurd be.” Her wiha Xelîl da zanîn ku derî niha ji bo veguhestina alîkariyên mirovî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatine berhevkirin, di demên pêş de dibe ku ev derî ji bo karên bazirganiyê were bikaranîn.
Xelîl bal kişand ser venekirina derî û diyar kir li gorî zagonên Iraqê Hukumeta Başûrê Kurdistanê bê destûra hukumeta Îraqê nikarîbû derî vekiriba û got: “Niha ji ber ku hukumeta Malikî biryar da ku derî veke hukumeta Başûrê Kurdistanê jî biryar da ku derî vebe.” Xelîl da zanîn ku ger Malikî sozên xwe bi cih bîne dê derî di aliyê Tilkoçer jî di demek nêz de were vekirin.
Li ser pirsa ku vekirina rê ji bo veguheztina alîkariyan, Xelîl ragihand ku berê rê amide ye, lê ji sala 1992’an ve nehatiye bikaranîn, niha em ê wê riyê bi kar bînin.
Embargoya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê piştî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Serêkaniyê li dijî komên çekdar pêk hat. Riyên ku wek riyên bazirganiyê ji bajarên din yên Sûryeyê girtin û wesayitên ku madeyên sotemeniyê, ard, şekir û derman ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tînin desteser kirin. Jixwe sînorê dirêj di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve girtiye. Hukumeta Başûrê Kurdistanê rê venekir.
Gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê embargoya ku hate meşandin nava zehmetiyên jiyanê de ye. Êdî derman, nan û madeyên sotemeniyê bi zehmetî tên peydakirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiya borî li payteytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û mizgîniya vekirina deriyekê fermî di navbera Başûr û Rojava de dabû û di vî warî de wiha daxuyandibû: “Deriyê Pêşxabûr di navbera her du beşên Kurdistanê de bi şêweyekî fermî tê vekirin.” Serokwezîr da zanîn ku ji bo derî razîbûna Bexdayê jî hatiye girtin.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê der barê hejmara Rojavayî û Sûriyeyên ku li Başûr in de got: “Herêma Kurdistanê ji 60 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re malûvaniyê dike.”
Her wiha Serokwezîr Barzanî bertek nîşanî nûçeyên ku ‘derî bi ser Rojava de hatiye girtin’ da û di vî warî de wiha pê de çûbû: “Deriyê di navbera Başûr û Rojava de vekirî ne. Deriyê Zûmarê yê ku hatiye girtin li jêr deshilata Bexdayê de ye.”
Rudaw
