• Monday, 09 February 2026
logo

Her sê pêkhateyên opozîsyonê li Silêmaniyê civiyan

Gulan Media January 11, 2013 Nûçe
Her sê pêkhateyên opozîsyonê li Silêmaniyê civiyan
Civîna partiyên opozîsyon ên Herêma Kurdistanê li navenda Tevgera Goran a li Silêmaniyê tê lidarxistin. Mijara civînê, gotûbêjkirina pirsgirêkên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.


Civîna berpirsên Yekgirtûy Îslamî Kurdistan, Komelî Îslamî Kurdistan û Tevgera Goran li navenda avahiya navendî ya Goran a li Silêmaniyê îro di demjimêr 10:00’an de dest pê kir. Endamê Polîtburoya Yekgirtûy Îslamî Kurdistan Mewlûd Bawemirad der heqê civînê ji Rûdawê re got: “Li gorî bernameya hatiye danîn, di civînê de bi taybetî qala helwesta pêkhateyên Kurdistanî li hemberî xwepêşandanên li Iraqê li dar dikevin tê kirin. Her wiha kêşeya makeqanûna Kurdistanê jî yek ji mijara sereke ya civînê ye.”


Bawemirad, diyar kir ku rewşa avadaniya Herêma Kurdistanê û helwesta opozîsyonê xaleke din a gotûbêjên opozîsyonê ye.


Ji Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, ji Yekgirtûy Îslamî Mihemed Ferec, ji Komelî Îslam Elî Bapîr di civînê de amade ne.

Rudaw
Top