• Monday, 09 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Parîsê şermezar kir

Gulan Media January 11, 2013 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Parîsê şermezar kir
Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyekê ew êrîşa çekdarî bo ser kadiroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li paytexta Franseyê li Parîsê ku, di encama wê êrîşê de Sakîne Cansiz ji damezrênerên PKKê, Fîdan Dogan nûnera KNKê ya Parîsê û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan, bi dijwarî şermezar dike û dibêje: “Hikûmeta herêma Kurdsitanê hemû awayên şidetê şermezar dike û pêwîste hikûmet û berpirsên emnî yên Fransayê li ser wê bûyerê lêkolîn bikin.”

Dizeyî herwesa di daxuyaniya xwe de dibêje: “Heta nuha tu rêxistin û aliyan berpirsiyariya encamdana wê bûyerê ne xistiye ser xwe û hêşta nezelale ka kî li pişt wê êrîşê ye. Ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê li benda encamên lêkolînê ye.”

Li dor tesîr û bandora bûyera Parîsê li ser pêşvajoya aşitiyê û danûstandinên di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyeyê de, berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: ” Em nikarin nuha tiştekî li ser wê bûyerê bêjin ji ber ku, nezelale ka kî li pişt wê êrîşê ye, lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi aşitî û bi rêya diyalogê biîsrar e.”

Weke tê zanîn duhî bi şef li paytexta Fransayê li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de Sakîna Cansiz ji damezrênerên PKKê, Fîdan Dogan nûnera KNKê ya Parîsê û Leyla Soylemez hatin kuştin.
Top