• Monday, 09 February 2026
logo

Turk û Tugluk: Bila gelê me xwedî li şehîdên xwe derkeve

Gulan Media January 10, 2013 Nûçe
Turk û Tugluk: Bila gelê me xwedî li şehîdên xwe derkeve
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Aysel Tuglukê kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez a li Parîsê şermezar kir û banga xwedîderketina li cenazeyan li gelê kurd kir.

Hevserokên KCD’ê û parlamenterên serbixwe Ahmet Turk û Aysel Tuglukê derbarê kuştina 3 siyasetmedarên kurd de daxuyaniyeke nivîskî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev kuştin li dijî têkoş^na azadiya kurdan e û wiha hate gotin: “Nivîskar, siyasetmedar û gelê kurd li hemberî zilm û zordariyê berxwedaneke mezin nîşan dane. Kesên dixwazin van rewşenbîrên me bêdeng bikin bila li dîroka têkoşîna gelê kurd binêrin.”

Banga xwedî derketinê

Di daxuyaniyê de tê balkişandin ku li Ewropayê jî li hemberî siyasetmedarên kurd êrîş pêk tên û wiha tê berdewamkirin: “Di serî de Fransa gelek welatên Ewropayê divê li hemberî vê êrîşê helwesta xwe diyar ikin. Divê ser vê cinayetê neyê girtin û ev kuştin bi her awayî bê zelalkirin.” Turk û Tuglukê banga xwedîderketina li cenazeyan li kurdan kir û xwest hemû kurd li Ewropayê û Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Top