Fransa: 3 siyasetmedarên Kurd yên jin hatine teror kirin
Li gorî nûçeya ku ajansa Firatê belavkiriye ku, hin kesên nasnameya wan nediyar ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li (Gare du Nord) a li Parîsê û êrîş pêk anîne.
Di encama êrîşê de siyasetmedara Kurd û yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê (Sakîne Cansiz), Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin ku di êrîşê de ji bo çekan bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Tê diyarkirin ku gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin. Her weha demjimêra êrişê jî nayê zanîn û polîsên Fransayê dest bi lêkolînan kirine.
