Ocalan: Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyekirinê re na
"Dema me dît keniya û destê xwe dirêjî me kir. Rewşa wî û moralê wî baş bû. Di çavên wî de bapêşî hebû, jixwe ewî jî got ev demeke dirêj e, heye. Xwe ji niqaşê re amede kiribû, piştî ku me li halê hev pirsî, nirxandinên xwe yên li ser pêvajoyê kir. Jixwe hûn birêz Ocalan nas dikin, ji bo çareseriyekî bingehîn xwedî bi biryar dixuya.
Lê belê divê hêvîşkestinek jî çênebe. Bi rastî jî ew î xwe ji bo vê pêvajoyê baş amade kirîye. Ocalan ji me re dest nîşan kir ku ew dikare ji bo çareseriyê her cûrê destekê bide, lê belê bi mejiyê tesfiyekirinê qet wê pêvajo nemeşe. Eger ev pêvajo negihişta qonaxekî ciddî, jixwe ne mimkun bû ku em biçin grava Îmraliyê.
Divê mirov nefikire ku hemû bazarî hatine kirin, yan jî pêvajo temam bûye. Divê hê were nirxandin û destek were dayîn. Divê hemû gel werin hêmbêzkirin, divê hemû çand û nasname werin parastin û divê ev qal werin misogerkirin. Herwiha birêz Ocalan diyar kir ku bi nêzikatiya nijadperestî û neteweperestî, wê li Rojhilata Navîn xeteriyên mezin bîne."
Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk dest nîşan kir ku Ocalan pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, rojnameyan dixwîne û car caran bi girtiyên dî yên ku li Girtingeha Îmraliyê dimînin re hevdîtinan pêk tîne. Turk, nêrinên Ocalan ên li ser Rojavayê Kurdistanê jî wiha vegot:
"Divê têkoşîn bi diyaloga gelê Ereb re were meşandin, piştevanî divê hebe. Gelê Kurd divê maf û azadiyên xwe ji gelê Ereb re vebêje û divê yekîtiyekî xurt were ava kirin."
ANF
