• Monday, 09 February 2026
logo

Suniyên Îraqê Nexşerêya Xwe Bo Çareserî Eşkere Kirin

Gulan Media January 9, 2013 Nûçe
Suniyên Îraqê Nexşerêya Xwe Bo Çareserî Eşkere Kirin
Piştî civîna Serokê Parlementoya Îraqê ya bi çend part û aliyên Sune yên Îraqê re, Duh aliyên Sune yên Îraqê bi mebesta çareser kirina aloziyên heyî yên li Îraqê de nexşerêya xwe pêşkêş kirin.

Di daxuyaniyekî de aliyên sune ragihandin ku, eger Hikûmeta niha ya Îraqê dixwaze kêşeyên heyî yên li welat çareser bike û meseleya xwepîşandanan jî bi awayekî aştiyane bi dawî bibe vê demê pêwîste 13 merc û daxwazên me cîhbicîh bike.

Sune di de eşkere kirine ku, eger Hikûmet wan şert û daxwazan cîhbicîh nekin vê sune li hember vê helwesta Hikûmetê bêdeng nebin.
Top